Elî Larîcanî îro dema ku beşdarî meşa Roja Qudisê ya li Tehranê bû bal kişand ser helwestên Donald Trump û got:“Hişê Trump nagire ku bibîne gelê Îranê gelekî wêrek, xurt û xwedî vîn e.
Larîcanî tekez kir ku zxtên Amerîkayê çi qasî zêde bibin, vîna gelê Îranê ya ji bo rûbirûbûnê jî ew qasî zêdetir dibe.
Larîcanî: Êrîş nîşana bêdesthilatiyê ne
Larîcanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa êrişên Îsraîlê yên li ser rêya xwenîşanderan kir û anî zimên:
“Ev êriş nîşana bêdesthilatiyê ne. Kesê ku xurt be bombeyan li rêya meşê nabarîne. Eşkere ye ku ew bê hêvî bûne û tiştek ji destê wan nayê.”
Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Îsraîl û Amerîkayê di 28'ê Sibatê de êrişeke leşkerî bir ser Îranê.
Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişên bersivdayînê kir.
Îranê ji bilî Îsraîlê, êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.
Li gorî berpirsên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji hezar û 348an derbas bûye û hejmara birîndaran jî zêdetirî 17 hezaran e.