Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê li gorî demê normal wê di sala 2028'an de bê kirin.
Lê destûra bingehîn ya Tirkiyê rê nade ku yekî du sal li ser hev hatibe hilbijartin carek din bikeve hilbijartinê.
Eger meclîsa Tirkiyê biryara hilbijartina pêşwext bide ev dibe.
Ji niha de hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê di rojevê dene.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, ku deriyê bangên hilbijartinên pêşwext girtiye, lê di anketên ku ji ber rojeva hilbijartinê hatine kirin de, hîn jî nikare encamên dixwaze bi dest bixe.
Her çiqas dema ji hilbijartina normal be jî, her ku hilbijartin roj bi roj nêzîktir dibin, encamên lêkolîna herî dawî jî hatine kirin bal dikşîne.
Erdogan di her sê senaryoyan de hilbijartinê winda dike
Di anketa dawî de, li hember Erdogan sê namzetên serokkomariyê ji beşdaran re hatin pêşkêş kirin, Ekrem Îmamoglû, ku niha girtî ye; Mansur Yavaş, ger Îmamoglû ne be Ozel wî wekî namzetê potansiyel nîşan dabû û Ozgur Ozel, tevî ku bi berdewamî gotibû ku ew ê nebe namzet.
Lêkolînê nîşan da ku Erdogan di hilbijartinê de li hember her sê namzedan winda dike.
Ferqa herî mezin Mansur Yavaş bi rêjeya, %13.4 diavêje Erdogan.
Îmamoglû %55.07, lê Erdogan tenê karî %44.9 ê dengan bistîne.
Rewşa hilbijartinên giştî çawa ye?
Piştî belavkirina rêjeya dengên bêbiryar, bê fikr û protestoyê di anketê de, CHP bi rêjeya %32.72 cihê xwe wekî partiya pêşeng parast. AKP bi rêjeya %29.85 di rêza duyemîn de cih girt; Partiya DEM'ê bi rêjeya %8.83, Partiya Zafer bi rêjeya %5.50, Partiya Anahtar bi rêjeya %5.40, MHP'ê bi rêjeya %5.31, Partiya İYİ bi rêjeya %4.54, Partiya Yeniden Refahê bi rêjeya %4.10, partiyên din bi rêjeya %2.74 û Partiya TİP jî bi rêjeya %1.01 di rêzê de cih girt.