Li ser daxwaza welatên Kendavê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî îro li Cinevreyê civînek li ser şerê li Rojhilata Navîn li dar xist.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte li dar xist, da ku bandora êrîşên Îranê li ser welatên Kendavê nîqaş bikin.
Di civînê de komîserê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk diyar kir ku, ev şer xwedî potansiyeleke mezin e ku dewletan ji çar aliyên cîhanê ve bikişîne nava xwe.
Turk da zanîn ku rêya yekane ya garantîkirina rêgirtina li ber zêdebûna aloziyan, bidawîkirina şer e.
Ez bang li hemû welatên xwedî giranî dikim ku ji bo bidawîkirina şer bixebitin."
NY daxwaza bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn kir
Her wiha Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên Îranê yên li ser cîranên wê yên Kendavê şermezar kir.
Konseyê ji Îranê daxwaz kir ku ji bo êrîşên xwe yên li ser tesîs û binesaziyên enerjiyê tazmînatê bide welatên Konseya Hevkariya Kendavê.
Konseya ku ji 47 endaman pêk tê, biryarnameyeke ku ji hêla 6 welatên Konseya Hevkariya Kendavê ve ku hatibû pêşkêşkirin ku Urdunê jî di nava wan de bû, pejirand.
Di biryarê de hewldanên Îranê yên ji bo girtina Tengava Hurmuzê şermezar kirin û ji Tehranê xwestin ku yekser hemû êrîşên neqanûnî rawestîne.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî: Divê Libnan nebe Xezeya din
Di heman demê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da ku pevçûna li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke xeternak û got:
"Şerê li Rojhilata Navîn ji kontrolê derketiye û divê Libnan nebe Xezeya din."
Antonio Guterres diyar kir ku pevçûn berfireh dibe û encamên wê yên mirovî û aborî yên cidî hene.
Guterres da zanîn ku pevçûn ji sînorên ku lîderan texmîn nedikirin derbas bûye.
Sekreterê Giştî da zanîn ku cîhan bi şerekî mezintir re rû bi rû ye û anî ziman ku êşa mirovan zêde dike û xetereyên aborî yên cîhanî kûrtir dike.
Antonio Guterres bi taybetî bal kişand ser pêşketinên li Libnanê û diyar kir ku divê dubarekirina tiştên ku li Xezeyê qewimîn li wir çênebin.
Guterres bang li Hizbulahê kir ku êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestîne û di heman demê de ji Îsraîlê jî xwest ku operasyonên xwe yên leşkerî li Libnanê bi dawî bike.
Guterres destnîşan kir ku ev operasyon herî zêde bandorê li sivîlan dike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, dîplomatê Fransî yê veteran Jean Arnault wekî nûnerê xwe yê şexsî erkdar kir da ku piştgiriyê bide hewildanên ku ji bo bidawîkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn tên kirin.