Piştî pêşniyara Amerîka ji Tehranê re ji bo rawestandina şer, bihayên petrolê îro di 25'ê adarê de kêm bûn.
Bihayê petrola Brentê bi 4.17 dolarî, yan jî 4% daket û heta saet 07:08 GMT'ê gihîşt 100.32 dolarî ji bo her bermîlekê.
Di heman demê de, bihayê petrola West Texas Intermediate ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi 3.11 dolarî, yan jî 3.4% daket û gihîşt 86.72 dolarî ji bo her bermîlekê.