Şerê di navbera Rûsya û Ukraynyayê de sal li pey xwe hiştin.
Ev şerê bi teknîka herî modern ya serdemê tê kirin gelek kûştî, cih û warên , ziyaneke ciddî ya madî li pey xwe dihêle.
Di pêvajoya borî de, ji bo rawestandina vî şerî gelek rêzecivin û hevdîtin çêbûn, lê heya niha ev yek pêk nehatiye.
Zelensky: Macaristan ji bo danûstandinan cihekî ne guncaw e
Serokê Ukraynayê Vlomîdîr Zelensky ragihand ku eger Amerîka daxwaza civîneke sêalî bike, ew ji ve yekê re amade ye, lê şertê beşdarbûna xwe jî bi van gotinan anî ziman: "Ger ez bi fermî werim vexwendin, wê demê em ê bi her awayî li hev bikin. Lê belê, Macaristan, ji bo danûstandinan, cihekî ne guncaw e."
Zelensky: Helwesta rûsyayê di danûstandinan de ne hatiye guhertin
Zelensky tekez kir ku helwesta Rûsyayê di danûstandinan de, ne hatiye guhertin û û got: "Rûsya dixwaze em ji herêma Donbasê vekişin."
Li aliyeke din jî, Zelensky diyar kir ku welatê wî pêdivî bi 25 pergalên parastina hewayî yên Patriot ên Amerîkî heye.
Wezareta Karê Derve: Divê sedemên bingehîn ên pevçûnê werin çareserkirin
Li gorî Ajansa TASS wezareta Derve ya Rûsyayê tekez kiriye ku her rêkeftineke aştiyê bi Ukraynayê re, divê sedemên bingehîn ên pevçûnê çareser bike, da ku aştiyeke mayînde misoger bike.
Ji aliyê xwe ve jî, Berdevka Wezareta Derve Maria Zakharova got: "Em ne ji bo dirêjkirina şer, lê li ser sedemên bingehîn ên pevçûnê diaxivin da ku encam domdar, demdirêj û aştiyê misoger bike. "
Hin rayedaran destnîşan kirin ku di civîna roja Înê ya borî ya di navbera Trump û Zelensky de, alozîyek devkî pêk hatiye.
Her wiha diyar kirin ku Serokê Amerîkayê ji serokê Ukraynî xwest ku terikandina Donbasê qebûl bike, ji ber ku Putin biryardar e ku Ukraynayê hilweşîne.
Trump: Me qet li ser Donbasê nîqaş nekiriye
Lê Trump ev îdîa red kir û got:" Na. Me qet li ser vê yekê nîqaş nekir."
Trump: Divê Ukrayna û Rûsya li enişa pêş şer rawestînin
Serokê Amerîka Trump, tekez kir ku divê Ukrayna û Rûsya xeta pêşîn a şer rawestînin û herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê dabeşbikin, da ku ev şer, bi dawî bibe.
Trump: Divê Ukrayna û Rûsya dev ji kuştina mirovan berdin
Trump da zanîn divê her du alî, ji xetên pêşîn ên ku ew niha lê ne vekişin û herin malê. Divê dev ji kuştina mirovan berdin.