Trump: Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam dike

Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hîn jî berdewam dike. Trump Destnîşan kir ku serokatiya Hemasê tu binpêkirin nekiriye. Ji aliyê xwe ve jî, Îsraîlê duh êvarê ragihand ku ew ê agirbestê li Xezeyê ji nû ve bi cih bîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Binpêkirinên agirbesta 10`Cotmehê di navbera Hemas û Îsraîlê de berdewam dike.

Li gel vê yeke jî Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hîn jî didome.

Trump got ku serokatiya Hemasê beşdarî tu binpêkirinan nebûye û hin kesên di nav tevgerê de, van sûcan dikin û wiha anî ziman:"Bê guman ev rewş bi rengekî guncaw dê were çareserkirin."

Berdevkê balyozxaneya Amerîkî anî ziman ku nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner gihîştin Îsraîlê da ku bi rayedarên Îsraîlî re li ser rewşa li Xezeyê biaxivin.

 

Artêşa Îsraîlê: Em ê agirbesta li Xezeyê ji nû ve bicîh bînin

Di daxuyaniyek leşkerî ya Îsraîlê de wiha hate gotin: "Piştî rêze êrîşên girîng, IDF dest bi ji nû ve bicîhanîna peymana agirbestê kiriye ku ji hêla Hemasê ve hatibû binpêkirin. "

Artêşa Îsraîlê ragihand ku IDF dê bi tundî bersivê bide her binpêkirinê.

Pabendî mijarê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku divê her endamê Hemasê li pişt Xeta Zer bi lez vekişê.

 

Hemasê pabendbûna xwe ya bi peymanê re piştrast kir

Hemasê bersiv da Îsraîlê û pabendbûna xwe ya bi peymanê re piştrast kir û tekez kir ku navbeynkar an garantoran tu delîlên binpêkirinê ji hêla xwe ve pêşkêş nekirine.

Her wiha Hemas, Îsraîlê ji her xirabûn an hilweşîna peymanê berpirsiyar girt û bang li navbeynkaran û civaka navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bikin.

Hemas: Piştî agirbestê hêzên Îsraîlê 97 kes kuştine

 

Hemasê ji bo binpêkirinên Îsraîlê tesbît bike, ragihand ku ji biryara agirbestê û vir ve, artêşa Îsraîlê 80 binpêkirin pêk anîne .

Di van êrîşan de, 97 kes hatine kuştin û 230 kes jî birîndar bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye