Hikûmeta yûnan kirîna moşekên menzîldirêj a ji Îsraîlê erê kir.
Ev sîstema çekan ku wekî LORA tê binavkirin, moşekên balîstîk in.
Menzîla van moşekan bi qasî 430 kîlometre ye û dikarin li ser keştîyan û wesayitên sivik bên montekirin.
Yûnanistan plan dike, sîstema LORAyê li giravên Deryaya Egeyê bi cih bike.
Armanca Atînayê ev e, bi vê sîstema çekan parastina giravên xwe xurt bike.
Tirkîye bi hinceta hebûna artêşa yûnanê ya li giravan gelek caran gefan li vî welatî dixwe.
Berî niha, dewleta tirk sîstemeke moşekên balîstîk li Egeyê bi cih kiribû.
Lowra jî Yûnanistan bi moşekên LORAyê rasterast dixwaze li hemberê sîstema tirk tedbîrê bigire.
Ege deryayeke li rojhilatê Derya Spî ye ku di navbera Yûnanistan û Tirkîyeyê de ye.
Ji bilî du giravan, hemû giravên li vê deryayê di bin kontrola Yûnanistanê de ye.
Tirkîyeya ku xwedî bernameyeke dagirker e, ji serwerîya Yûnanistanê ya li Egeyê ne razî ye.
Yûnanistan li hemberî zextên Tirkîyeyê bi Amerîka û Îsraîlê re têkiliyên xwe xurt dike.
Atîna bi taybetî dixwaze çekên pêşketî yên Îsraîlê mertaleke parastinê li Egeyê ava bike.
Parlamentoya yûnanê di destpêka vê mehê de peymanek çekan a bi Îsraîlê re pesend kiribû.
Bi vê peymanê, Yûnanistan di berdêla 650 milyon dolarî de sîstemeke roketan ji Îsraîlê kirîbû.