Bajarê Odessa yê Ukraynayê di bin agirê Rûsyayê de ye

Rûsyayê bi dronan êrîş bir ser bajarê Odessa yê Ukraynayê, di encama êrîşê de 4 kes birîdar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên xwecihî yên Odessayê îro ragihandin ku Rûsyayê bi dronan êrîşî herêmê kirin, di encama êrîşê de, 4 kes birîndar bûn ku di nava wan de 3 zarok hebûn.

Rêveberê Leşkerî ya Odessayê Serhiy Lysak diyar kir ku ji ber êrîşên Rûsyayê tesîsên binesaziya enerjiyê jî zirar dîtin.

Serhiy Lysak got ku li hin deverên Odessayê bi şev teqîn çêbûn, piştî teqînê jî elektrîka bajêr qut bû.

Heta niha der barê êrîşên li ser Odessayê de, Rûsyayê tu daxuyanî nedaye.

Bajarê Odessa bendergeheke girîng a li Deryaya Reş e, di şerê nêzîkî 4 salan de bi mûşek û balafirên bêmirov ên Rûsyayê gelek caran rastî êrîşan hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye