Trump derfeta 3 rojên din dide Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku eger Îran bixwaze ji bo bidawîanîna şerê di navbera her du welatan de dan û standinan bike, dikare bi Dewletên Yekbûyî re têkiliyê dayne. Trump destnîşan kir ku 3 rojên Îranê mane ku binesaziya wê ya petrolê rastî teqînan bê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê di hevpeyvînekê de, ligel Fox News`ê ragihand ku li pêşiya Îranê nêzîkî 3 roj mane heta ku binesaziya wê ya petrolê rastî teqînê bê.

Donald Trump da zanîn ku eger Îran bixwaze ji bo bidawîanîna şerê di navbera her du welatan de, dan û standinan bike, dikare bi Dewletên Yekbûyî re têkilî dayne û wiha anî ziman:

Trump: Ez bi hêvî me serokatiya Îranê bi aqilane tevbigere

“Hin kesên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Îranê bi wan re dan û standin kiriye, pir aqilmend in, û yên din jî ne aqilmend in.

Ez bi hêvî me serokatiya Îranê bi aqilmend tevbigere”.

Trump: Wê şerê bi Îranê re bi serkeftina Amerîkayê bi dawî bibe

Her wiha Sorokê Amerîkayê da zanîn ku şerê bi Îranê re wê di demeke nêz de, bi serkeftina Amerîkayê bi dawî bibe.

Donald Trump careke din rexneya xwe li hemberî sekna  NATOyê ya di şerê bi Îranê re nû kir û got: “Ew di şerê li dijî Îranê de li kêleka Amerîkayê nesekinîn.”

Trump da xuyakirin ku ew zêde ji Çînê dilşikestî nîne û wiha anî ziman:

“Lê wan dikarîbû alîkariyeke zêdetir peyda bikira."

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşa li ser Koşka Spî de, wiha eşkere kir:

“Li gorî agahiyên li ber destên me, êrîşkar pirsgirêkên tendirustiyê ya derûnîyê dikişand û agahiyên malbata wî jî ji vê yekê heye.

Bûyera gulebaranê di dema Şîva Peyamnêrên koşka Spî de, pêwîstiya bi holeke ziyafetê ya ewle di hundirê Qesra Spî de heye.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye