Îsraîlê balyozê xwe li Somalilandê erkdar kir

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, ragihand ku wan yekem balyozê xwe li Somalilandê erkdar kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çend meh piştî ku bi fermî Somaliland ji Somaliyê veqetiya û ji alîyê Îsraîlê ve hate nas kirin îro jî Îsraîlê ragihand ku balyozê xwe li wir erkdar kiriye.

Wezaretê got ku Michael Lotem, niha wekî balyozê aborî yê Îsraîlê li Afrîkayê kar dike û wê nûnerê Îsraîlê li Somalilandê be.

Michael Lotem berê wekî balyozê Îsraîlê li Kenya, Azerbaycan û Kazakistanê kar dikir.

Erkdarkirina wî piştî avakirina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du aliyan de di kanûna 2015an de û serdana Wezîrê Derve Gideon Sa'ar bo Somalilandê di çileya borî de tê.

Di sibatê de, Somalilandê Mohamed Haji wekî balyozê xwe yê li Îsraîlê ragihand.

Serdana Saar bo Somalîlandê ji aliyê Somaliyê ve hate şermezarkirin û ew wekî "dagirkeriyeke bê destûr" bi nav kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye