Daxuyaniya Mihemed Îshaq Dar, piştî betalkirina çûyîna Nûnerên taybet ên Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner bo Îslamabadê, hat dayîn.
Îshaq Dar li ser platforma X'ê spasiya welatiyên Pakistanî kir û wiha nivîsand:
"Îro qedexeyên trafîkê yên li dora Otêla Sîrîna û Herêma Sor ên li Îslamabadê hatin rakirin.
Ez gelê Pakistanê, bi taybetî welatiyên Îslamabad û Rawilpindiyê ji bo sebir û hevkariya wan, gelekî spas dikim.
Piştgiriya we dê ji me re bibe alîkar, ku em ewlehiya mêvanên xwe misoger bikin û beşdarî aştîkirina herêmê bibin.
Em pabendî van armancan in, û dua û xêrxwaziyên we yên berdewam teqdîr dikin."
Li aliyekî din, Medyaya Îranê îro ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo ku bi Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive ji Îslamabadê derket û çûye Rûsyayê.