Geir Pedersen, eşkere kir wî, sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî agahdar kiriye ku ew ê ji xizmeta wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê, dest ji kar bikişîne û ev daxwaz ji aliyê sekreterê Giştî ve, hatiye qebûlkirin.
Pedersen berê nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Libnanê bû û her wiha wekî Balyozê Norwecê yê Çînê û Neteweyên Yekbûyî xebitiye.
Di berfenbara sala 2019'an de, Pedersen, wek Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê hat erkdarkirin.