Li Keşmîra Hindistanê ji ber teqînekê 9 kes hatin kuştin

Li Keşmîra Hindistanê teqînek pêk hat û di encamê de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Li Srinagar bajarê herî mezin ê Keşmîrê teqînek li navendeke polîsan çêbû, herî kêm 9 kes hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî yên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin dan xuyakirin ku piraniya kesên di vê bûyerê de hatine kuştin, polîs û karmendên tîmên dadweriyê bûn.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kirin ku 2 berpirsên ji rêveberiya Srinagarê di teqînê de hatine kuştin.

Hate zanîn ku di nava birîndaran de, rewşa 5’an pir giran e û dibe ku hejmarê miriyan hîn jî zêdetir bibe.

Edîtorê NDTV Aditya Raj Kaul bal kişand li ser teqînê û wiha got:

"Dema ku tîmeke lêkolînê û polîs madeya teqemeniyê ya li navenda polîsan kontrol dikirin, teqîn qewimî."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye