Amerîka cara yekem firotina çekan ji bo Taywanê erê dike

Amerîka cara yekemîn di dema hikumeta Trump de firotina çekan ji bo Taywanê erê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Biryar ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Taywanê ve hat ragihandin.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Ev yek firotina çekan a destpêkê ya ji bo Taywanê ye ku ji aliyê rêveberiya Trump a nû ve hatiye ragihandin."

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, bi vê firotinê wê parçeyan ji bo modernîzekirina balafirên F-16 û C-130 ji Taywanê re bê şandin.

Çîn, Taywanê wekî beşek ji axa xwe dibîne û îhtîmala bikaranîna hêza leşkerî ji bo desteserkirina giravê red nake.

Loma jî Çîn naxwaze welatekî din ji Taywanê bi fermî nas bike û alîkarîya wê ya leşkerî bike.

Li gorî Donald Trump, Serokê Çînê Xi Jinping jê re gotiye ku Pekîn di dema serokatiya Trump de êrîşî Taywanê nake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye