Îro Artêşa Rûsyayê bi mûşekan paytexta Ûkraynayê hejand.
Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Andriy Sybiha got ku Rûsyayê ji destpêka şer ve û heta niha, Îro êrîşa herî mezin pêk anî.
Karbidestan got ku mûşekên Rûsî îro serê sibê paytexta Ûkrayna û deverên derdora wê hedef girtin.
Kesek hat kuştin 13 kesên din birîndar bûn
Di encamê de herî kêm kesek hat kuştin, 13 kesên din birîndar bûn û li seranserê bajêr agir bi avahiyan ket.
Şeva borî rêze teqînên bihêz bajar hejandin, di demekê de ku hêzên hewayî yên Ûkraynayê li ser gefa mûşekên balîstîk hişyarî dan.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko li ser Telegramê got ku agir bi wargehek xwendekaran, avahiyek sivîlan û supermarketekê ketiye.
Servîsa Awarte ya Dewletê tîmên rizgarkirinê şandin çend cihan li sê navçeyên bajêr.
Di nav kêmbûna giran a pergalên parastina hewayî yên çêkirî yên Amerîkî li Ûkraynayê, ku ji bo girtina van mûşekan girîng in, Hêzên Rûsyayê di hefteyên dawî de êrîşên xwe yên mûşekên balîstîk li ser Kîev û bajarên din zêde kirine.
Artêşa Ûkraynayê 2 tankerên petrolê yên Rûsyayê hedef girtin
Li beramberî van êrîşên Rûsyayê, Artêşa Ûkraynayê îro ragihand ku hêzên wan di êrîşeke şevê de li Deryaya Reş 2 tankerên petrolê yên Rûsyayê hedef girtine.
Artêşa Ûkraynayê dibêje ku ev êrîş vê rastiyê derdixe, ku hêzên wan dikarin bersiva êrîşên hêzên Rûsyayê bidin.