Ajansa TASS a Rûsî da zanîn ku Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kiriye ku hêzên Rûsî hîn jî hewce ne ku di navbera 17 û 18 ji sedî ji herêma Donetskê ya Ûkraynayê têxin jêr kontrola xwe.
Her wiha Peskov got ku hêzên Rûsî dê piştî bidawîbûna agirbesta Cejna Paskalyayê, li gorî salnameya Ortodoks a Rojhilat, li Ûkraynayê şer bidomînin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Dmitry Peskov gotîye ku piştî dabînkirina ihtîyaca bazarên alternatîf ger gaz bimîne, Moskova amade ye bi berdewamî gazê bide dewletên YE yê.
Dmitry Peskov got: "Niha pir gaz heye. Lê bazarên alternatîf pir bihewce ne û daxwazeke pir ji bo dabînkirinê heye."
Lê Peskov diyar kir ku her çend Rûsya gazê peyda neke jî, Ewropa dê rêyekê bibîne ku gazê bikire.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov da zanîn ku çend santralên gazê li Ewropa û Rojhilata Navîn hene, ev pêvajo û bazara yekser, di wê astê de ku bi awayekî têrker û bi bandor dixebite.