Li gorî AFP’ê, li bakurê paytexta Kolomboyê li bajarê berava Negomboyê, li girtîgehekê di navbera girtiyan de pevçûn çêbû.
Sedema pevçûnê ne diyar bû.
Çavkaniyên polîsan gotin ku valakirin hîn jî di hundirê girtîgehê de berdewam dikin û rayedar dixebitin ku hejmara mirî û birîndaran diyar bikin.
Berdevkê Artêşê Waruna Gamag ji Reutersê re got:
"Ji artêşê hatiye xwestin ku piştgiriyê bide polîsan, lê ew niha di amadebaşiyê de ne."
Ev bûyera li girtîgehê, di nava krîzeke giran de ye.
Li vê girtîgeh zêdeyî 41 hezar girtî hene û ev hejmar zêdeyî hêza girtîgehê ye.