Raportek ji aliyê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin eşkere kir ku artêşa Myanmarê ji darbeya leşkerî ya 2021an û vir ve 7,100 Misilmanên Rohîngyayî li eyaleta Rakhînê ( Arakan ) kuştine, piraniyan wan jin û zarok bûn.
Di raporê de krîza zêdebûyî ya li eyaleta Rakhine ya Myanmarê wekî bîranînek eşkere ya hovîtîyên ku ji hêla artêşê ve di sala 2017an de hatine kirin hate hesibandin û bal kişand ser zêdebûna kuştin, êşkence, şewitandina gundan û koçberkirina bi darê zorê ya girseyî.
NY: Artêşa Myanmarê 29.560 kes girtine
Her wiha di rapora NY de heta diyar kirin ku artêşa Myanmarê ji ber sedemên siyasî herî kêm 29 hezar 560 kes girtine û zêdetirî 22 hezar kes jî bêyî rêzgirtina ji garantiyên darizandina dadperwer li dadgehên di bin kontrola leşkerî girtîgehê de dimînin.
Her wiha ji ber zêdebûna dijminatiyê li Rakhînê bi sed hezaran kes koçber bûne.
Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku ji Mijdara 2023an vir ve nêzîkî 150,000 Rohingya reviyane Bangladeşê û milyonek din jî koçberî dewletên Mislamanan ên cûda bûn.
NY: Artêşa Myanmarê li gorî pîvanên qanûnî tevnagerin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Volker Tûrk got: “Ji ber dijminatiyê sivîl ji her du civakên Rohingya û Rakhine hîn jî êş dikişînin, bi şêwazên berfireh ên êrîşên bêserûber ên leşkerî li dijî sivîlan.”
Her wiha Tûrk da zanîn ku artêşê bi darê zorê koçberî, girtinên keyfî, talan û wêrankirinên mal û milkên sivîlan kirine.
Neteweyên Yekbûyî ji welatên endam xwest ku zextê li aliyan bikin ji bo rê bidin alîkarî bigihîje kesên hewcedar û ji bo hesabpirsîna kesên berpirsiyar ên binpêkirinên qanûna navneteweyî piştgirî bidin.