Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di 20’ê Tebaxê de ragihandibû ku dê ji bo kesên piştî êrîşên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an koçber bûne û li kampên mîna Duhokê hatine bicihkirin ‘qanûna entegrasyonê’ derxin.
Piştî derxistina vê qanûnê êdî ew kes dê li cihên xwe yên heyî bi awayekî mayînde bimînin û statuya xwe ya koçberiyê winda bikin.
Biryara wezaratê di nava civaka ÊzidÎ de bû sedema bertekan û Êzidiyan biryara Iraqê weke berdewamiya jenosîdê û guhertina demografiya Şengalê bi nav kirin.
Têkildarî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) name ji wezaretê re şand.
TAJÊ di nameya xwe de got; “Biryara ku we di 20’ê Tebaxê de girtî, betal bikin. Divê derfet ji bo koçberan were dayîn, malên wan bên avakirin, projeyên kar li Şengalê bên avakirin da ku Êzidî vegerin cih û warên xwe.”
TAJÊ diyar kir ku hikûmeta Iraqê li cihê ku ji bo Êzidî vegerin cih û warên xwe xebat bide meşandin, dixwaze qanûnên xeternak ku weke jenosîdê tê binavkirin, derxe.
Em wek civaka Êzidî biryara wezareta koç û koçberan qebûl nakin
Di nameyê de TAJÊ bal kişand ser yekkirina hemû kampan û destnîşan kir ku biryara wezaretê biryareke gelek metirsîdar dibînin û ev nirxandin kir: “Herî dawî wazaretê got ku dê hemû kampan bikin yek.
Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gorî berjewediyên siyasî ye nakeve berjewendiyên civaka me.
TAJÊ her wiha da zanîn ku veqetandina Êzidiyan ji koka wan tê wateya berdewamiya fermanê. Em dixwazin balê bikşînin ser biryara efûya giştî ku di encama wê de bi hezaran DAIŞ’î ji zindanên Iraqê hatin berdan.
Herî dawî TAJÊ bang li Iraqê kir daku Biryara ku we di 20’ê Tebaxê de girt ji bo were betalkirin û divê derfet ji bo koçberan were dayîn, malên wan bên avakirin, projeyên kar li Şengalê bên avakirin da ku Êzidî vegerin cih û warên xwe.