Pirtûkxaneya Berhemên Jinan, ku par ji aliyê Şaredariya Peyasê (Kayapınar) ve di Parka 75'an de hate vekirin, di tevahiya salê de xebatên girîng bi dest xistiye.
Pirtûkxane 1100 berhem dihewîne, di nav wan de lêkolîn, roman, çîrokên kurt, berhemên femînîst, wêjeya Kurdî, helbest, kovar û klasîk hene.
Her wiha Pirtûkxaneya Berhemên Jinan, ji bo jinên bajêr bûye xaleke nû ya hevdîtinê.
Ev pirtûkxaneya , ku ji bo lêkolînerên ku bi lêkolîna têkoşîn û dîroka jinan re eleqedar in cihekî populer e.
Di tevahiya salê de atolye, pêşangeh, axaftin, nîşandana fîlman, panel, îmzekirina pirtûkan û xwendina helbestan li dar xist.
"Hejmara rêxistinên jinan zêde bikin"
Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sincar diyar kir ku ji dema ku wan dest bi kar kirine,
bi pejirandina prensîba hebûna jinan û veguherîna civakî, avakirina sazî û înîsiyatîfên ku balê dikişînin ser jinan, wekî pêşîniyek dane wan.
Di dawîyê de Berîvan Gulşen Sincar wiha got:
"Me Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ji bo afirandina qadeke bêhempa ji bo jinan zindî kir.
Hewldanên me yên ji bo zêdekirina van cure saziyan li ser bingeha prens