Supaya Pasdaran pêla 41'emîn a operasyona "Soza Rastîn-4" da destpêkirin

Supayê Pasdaran yên Îranê(IRGC) pêla 41'emîn a Operasyona Soza Rastîn 4 da destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Supahê Pasdaran ragihand ku wan di pêla 41'emîn a Operasyona Soza Rastîn 4 de "deverên dagirkirî û cihên Amerîkî li herêmê hedef" girtine.

 

Zêdetirî 10 mûşekên balîstîk ên bi serê şer ên ku ji tonekê girantir bûn û mûşekên hîpersonîk ên Fetahê hatiye avêtin.

 

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê tankereke petrolê ya Amerîkayê ya bi navê "Safesea Vishnu" kiriye hedef ku ala Giravên Marshallê li ser bû.

 

Di daxuyaniya Supayê Pasdaran de hat diyarkirin ku ev tankera petrolê, îro berê sibehê li bakurê Tengava Hurmizê ji ber ku guh nedaye hişyariyên ducare bûye hedef.

 

Ji aliyê din ve, di daxuyaniyê hat gotin ku trafîka keştiyan a li Kendava Besreyê û Tengava Hurmizê di bin rîskeke mezin de ye.

 

Supayê Pasdaran, Amerîkayê ji vê rewşê berpirsiyar dît û diyar kir ku divê keştiyên bazirganiyê pêbendî rêzikên deryageriyê yên Îranê bibin da ku nebin armanc.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye