Urdun li Siweydayê bazirganên çek û hişbirê kir hedef

Li gundewarê başûrê Sûriyê balafirên şer ên Urdunê bazirganên çek û madeyên hişbir kirin armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balafirên şer ên Urdunê li gundê Şeab ê gundewarê Siweydayê li dijî bazirganên çek û madeyên hişbir êrîşên asmanî pêk anîn.

Ajansa fermî ya nûçeyan Petra jî bi daxuyniyekê da zanîn ku balafirên Urdunê hejmarek ji kargehan kir hedef.

Li gorî ajansa Petra, bazirganan ev kargeh wekî veşartgehê bi kar tînin da ku çek û madeyên hişbir ber bi Urdunê bidin veguhestin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku cihên hatine hedefgirtin li ser bingeha agahiyên îstîxbaratê yên rast hatiye pêkanîn.

Televizyona El Exbariye ya Sûriyê jî ragihand ku êrîşên hewayî yên Urdunê depoyeke çekan a li Til Qalib a nêzîkî bajarokê El Kefir li gundewarê başûrê Siweydayê hedef girtin.

Di heman demê de, Artêşa Urdunê beriya niha ragihandibû ku wan li bakurê sînorê Urdunê hejmarek ji bazirganên çek û madeyên hişbir bê bandor kiribûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye