Zelensky: Du xal ne tê de, me û Amerîka li ser plana aşitîyê li hev kir

Ukrayna û Amerîkayê ji bilî du xalan li ser piraniya xalên plana aştiyê li hev kirin. Xala kontrola Donbassê û navenda Nûkleer a Zaporojiyayê xalên nakok inku her du alî li hev nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo bidawîkirina şerê çar-salî yê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, hewldan berdewam dikin .

Di rojevê de planeke aştiyê ya 20 xalî ku ji aliyê DYA ve hatiye amadekirin, heye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dîyar ku Ukrayna û DYA li ser piraniya planê li hev kirine.

Kontrola donbas û û santrala zaporijyayê xalên nakokiyê ne

Lêbelê xala kontrola Donbassê û navenda Nûkleer a Zaporojiyayê mane wek xalên nakokiyê.

Rûsya hîn tevahiya van herdu herêman kontrol nekiriye û daxwaz dike ku Ûkrayna wan beşên mayî radestî Rûsyayê bike.

Kievê yekser vê daxwazê qebûl nake.

Amerîka jî pêşniyar kir ku ev herêm bibe herêmeke aborîyê ya azad.

Lêbelê, Ukrayna daxwaza bêçekkirina herêmê û hebûna hêzek navneteweyî dike da ku aramiyê misoger bike.

Xala din a nakokiyan jî rêveberiya siberojê ya Zaporojiyayê ye.

Zaporojiyayê, mezintirîn santrala nukleerî ya Ewropayê ye û niha di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Washington pêşniyar dike ku Ukrayna û Rûsya bi hev re di rêveberîya sanralê da şîrîkatiyê bikin û xwedî heman paran bin.

Lê Zelensky li hemberî vê derket û şîrîkatîyê bi DYAyê re pêşniyar kir.

Eger Rûsya û Ûkrayna li ser herdu xalan li hev bikin, wê agirbestekê bê ragihandin.

Li gor pêşnûmeya aştiyê di vê hêzên Rûsyayê ji herêmên Dnipro petrovsk, Mykolaiv, Sumy û Xarkiv vekişin.

Her wiha wê hêzên navneteweyî li ser enîya şer ji bo çavdêriya pêkanîna peymanê bên bicîkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye