Trump daxuyaniyeke nû li dijî Putîn da

Serokê Amerîka daxuyaniyeke nû li dijî serokê Rûsyayê da. Vê carê, Trump bi tenê ji 10 heya 12 rojan wek derfeteke herî dawî dide Putin da ku şerê li Ûkraynayê bi dawî bîne û dibêje: Êdî pêwîstî bi demeke din tune ye. Berpirsekî Rûsyayê jî bersiva Trump dide û dibêje: Rûsya ne Îran e û eger Amerîka destwerdanê di şerê Ûkraynayê de bike, wê Rûsya şer veguhêze nav Amerîkayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çirûskên agirê şerê Ûkrayna sînorê welatê xwe derbas dike.

Dûmana agirê vî şerî, ne tenê li Kremlinê, lê belê li Koşka Spî jî tê dîtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîbûna şerê li Ukraynayê, demeke nû destnîşan kir.

Turmp got ew ji 10 heya 12 rojan, demê dide serokê Rûsya Vladimir Putin da ku vî şerî bi dawî bîne.

 

Medvedev: Rûsya ne Îran e

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev, roja duşemê li ser rûpela xwe ya Xê wiha belav kir : "Trump bi gefan bi Rûsyayê re dilîze, carinan 50 roj û carinan 10 roj, lê ya yekem, divê ew ji bîr neke ku Rûsya ne Îsraîl e û ne jî Îran e. Ya dûyem jî, Her hişyariyek nû ji Trump, gaveke ber bi şer ve ye, ne şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê, lê şer bi dewleta wî bi xwe re".

 

Trump: Ez ji Putin bê hêvî bûme

Di axaftina xwe de, li Skotlendyê, Donald Trump got ku ew ji Putin bê hêvî bûye. Her wiha wî di hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Birîtaniyayê re jî, wiha got : "Ez ê demeke nû ji 10 heta 12 rojan bidim Putin ji bo şerê li Ûkraynayê bidawî bike, êdî ji niha û pê de, pêwîstî bi demeke din tuune ye."

 

Trump gefa cezayên nû li Rûsyayê dixwe

 

Trump dest nîşan kir ku ew naxwaze bi Putin re bêtir danûstandinan bike, eger daxwazên wî neyên bicihanîn, dê bacên gumrikî wekî ceza li dijî Rûsyayê bi kar bîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24