Şewata ku di 11'ê Cotmehê de derketibû bi lez li seranserê dêrê belav bû û di encamê de zirarên madî yên mezin derketin.
Hat ragihandin ku 22 keşeyên li dêrê bûn bêyî ku zirar bigihîne wan hatin derxistin.
Şaredarê La Valletta Brianza Marco Panzeri, bûyer wekî "zirarek mezin çêkir" bi nav kir û destnîşan kir ku lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku agir ji ber çirûska elektrîkê derketiye.
Lêpirsîna derbarê şewatê de didome
Rayedar lêpirsînên xwe didomînin da ku sedemên rastîn diyar bikin û zirarê binirxînin.
Dêra Bernaga di 1628ˊan de hatiya avakirin û yek ji cihên olî yê kevnar li herêmê ye.