Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku di destê Hemasê de êdî dîlên zindî neman.
Hemasê piştrast kir ku wan dîl di çarçoveya plana Serokê Amerîkayê Donald Trump de, radest kirine û ji navbeynkaran re tekez kir ku pêwîst e Îsraîl jî erkên xwe bicih bîne.
Hemasê koma duyemîn a ji 13 dîlgirtiyên Îsraîlî li Xan Yûnisê başûrê Xezeyê, serbest berda.
Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) ew wergirtin û radestî Îsraîlê kirin.