Ebas Iraqçî: Em beşdarî civîna Şerm El Şêx nabin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî derbarê vexwendina Serokkomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ve, ji bo beşdarbûna Îranê ya civîna Şarm El Şêx, diyar kir ku dê ti berpirsekî Îranî beşdarî civînê nebe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Iraqçî di peyameke li ser malpera xwe ya X´ê de, da zanîn ku ew û Serokkomar Pezeşkiyan nikarin bi kesên ku êrîşî gelê wan kirine û gefan li wan dixwin, têkiliyan deynin.

Iraqçî da xuyakirin ku ew hemû înîsiyatîfên komkujiyên Îsraîlê li ser Xezeyê bi dawî dike, pêşwazî dikin. 

Iraqçî tekez kir ku daxwaza Îranê tune ye mîna Îsraîlê şerê herheyî birêve bibe.

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî, di daxuyaniyekê xwe de eşkere kir bû ku armanca lûtkeyê bidawîanîna şerê li Xezeyê, xurtkirina hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê ya li Rojhilata Navîn û vekirina rûpelek nû ya ewlehî û aramiya herêmî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye