Li Siweydayê Rêveberiyek Xweser hate avakirin

Piştî êrîş û komkujiyên ser gelê Siweydayê ji aliyê çekdarên Hikumeta Verguhêz ve, êdî gelê Siweydayê baweriya wan bi rêveberiya Hikumeta Veguhêz nayê. Lewma ji bo xwe rêvebirinê Komîteya Qanûnî ya Bilind a Siweydayê hate ragihandin. Komîteya Qanûnî ya Bilind a Siweydayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo xwe birêvebirina kar û barên bajêr pêwistî bi Ofîsa Rêveberîya Demkî dîtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xelkên Siweydayê piştî ku bajarê xwe ji hêzên Hikûmeta Vegûhêz rizgar kirin.

Niha ketine nava hewildanên xwe bi xwe rêvebirinê.

Di derbarê kar û barê Parêzgeha Siweyîdayê de, Komîteya Qanûnî ya Bilind a Siweydayê ku ji aliyê serokatiya rohanî yê Durziyan ve hatiye avakirin daxuyaniyek da.

Komîteyê ragihand ku wan ji bo birêvebirina kar û barên Siweydayê û gundewarê wê ofîsa Rêveberiyeke Demkî ava kirine.

Her wiha di heman çarçoveyê de Komîteyê ragihand ku wan fermandarek jî ji bo hêzên ewlehiya hundirîn erkdar kiriye.

Komîteyê di daxuyaniya de eşkere kir ku piştî rewşa Siweyda tê re derbas bû û komkujiyên ku hikumeta veguhêz li dijî wan pêk anîne, ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyên  bajêr û birêvebirina saziyan, pêwîstiya wan bi pergaleke bi vî rengî heye.

 

Erkê komîteyê birêvebirina kar û barên bajar e

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku erkê komîteyê ew e ku birêvebirina kar û barên rêveberî, ewlehî û xizmetguzarî, parastina saziyên giştî û taybet, tunekirina gendeliyê û rakirina zulmê li ser welatiyên parêzgehê ye. 

Her wiha komîteya Qanûnî ya Bilind dest nîşan kir ku ji bo birêvebirna bajar hin komîte wê werin avakirn ji wan komîteyên şaxî yên pisporê alîkariyên xêrxwaziyê, lêkolînkirina rastiyan û sûcan, kar û barên windahiyan, kar û barên şehîdan û birîndaran, şopandina xebatên nexweşxaneyan û xebatên tenduristiyê, perwerdeyê, aborî û jîngehê, bên avakirin.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku Mahir Xalib El Endarî bû sekreterê giştî yê parêzgehê, Kolonêl Şekîb Ecwed Nasir bû fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Kolonêl Enwer Adil Ridwan bû sekreterê wî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24