Çîn, di nav cîhanê de, bi navê welatê derkertina nexweşî û virûsan tê naskirin û mînaka Vîrusa COVID19 ya ku di sala 2019an de belav bûye li ber çavan e.
Wê demê navê wê vîrusê li ser zimanê hemû cîhanê bû û bi sed hezaran welatiyan, bi sedema wê vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.
Di vê demê dawiyê de jî, li Çînê vîruseke nû bi navê Chi-kun-gun-ya derketiye.
Rayedarên Çînê dibêjin heta roja çarşemê zêdetirî 7 hezar kes bi vîrûsê ketine, lê xuyadike ku hejmara nexweşan hêdî hêdî kêm dibe.
Aliyên têkildar diyarkirin ku ev vîrûs bi rêya mêşan belav dibe.
Profêsorê zanîngeha Oxford Lopez-Camacho eşkere kir ku ev Vîrûs bilez belav dibe û dibe sedema tayê û êşa movikan.
Lopez-Camacho anî ziman ku chikungunya berê qet li Çînê belav nebûye, ji ber vê yekê heta niha nayê zanîn dê çawa parastin li hember vê vîrûsê bê kirin.
Şêniyê herêma Guangzhou, hewl didin bi rêya paqijkirina ava sekinî û kêmkirina hejmara mêşan, rê li ber vê vîrûsê bigirin.
Rayedarên Çînê dan zanîn ku Baranên dijwar ên bêwext û germahiya bilind, krîza li Çînê xirabtir kiriye.
Ew jî bi rêka dronan cihê ku av lê kombûye peyda dikin.
Weke rêbaz jî ew bi rêka toran, masiyên ku mêşên nû dixwin, reşandina dermanên kêzikan şerê vî vîrûsî dikin.
Li gel van tedbîran jî Çînê hin biryar ji bo gel jî derxistiye.
Rayedarên Çînê dibêjin, nexweş neçar in ku herî kêm hefteyekê li nexweşxaneya Foshanê bimînin.
Ava di konteynira de mayê divê vala bikin. Ger vala nekin wê rastî cezayên hezar û 400 dalarî bên.
Dîsa karantiyeke du hefteyî ya li malê hatibû ferzkirin, lê ji ber ku nexweşî nikare di navbera mirovan de were veguheztin, hate rakirin.