Qanûna Fînansekirina Ewlehiya Civakî bi dengên 247 wekîlan ji parlamentoyê derbas bû.
Di dengdanê de 234 parlamenter li dijî pêşnûmeqanûnê deng bi kar anîn.
Bi vê qanûnê fînansmana lênêrîna tenduristiyê, teqawid û xizmetguzariya civakî tên misogerkirin.
Reforma ev demeke dirêj di rojevê de ye, ji bo xwendina duyemîn li Parlamentoyê hatibû vegerandin.
Ji ber îhtirazan, hin bendên refomê hatin guhertin, betalkirin, an jî ji nû ve hatin formulekirin.
Hikûmeta fransî hêvî dike ku heta 2026`an ji aliyê darayî ve xwe komî ser hev bike da ku bikaribe bernameya xwe bimeşîne.
Ewlehiya civakî zêdetirî ji sedî 40 ji tevahiya lêçûnên giştî yên Fransayê pêk tîne.