Antonios Saad: Wê hesabê çalakiya terorî were xwestin

Di merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Mar Elyas de, serpereştê Dêra Romên Ortodoks a Busra, Horan, Cebel El Ereb û Golanê, pesnê helwestên şêxên Durzî, civaka xwecihî, û piştgiriya Kurd û Elewiyan da ku hevgirtin û dilsoziya xwe bi Xiristiyanan re diyar kirin.

reset font size increase font size

Dêra Mar Corciyos a li Swêdayê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Dêra Mar Elyas a li Şamê merasîmek li dar xist.

Di merasimê de mirovên dînî yên Xiristiyan û ji mezheb û baweriyên cuda amade bûn.

Di merasima Mar Corciyos de mafê axiftinê Sermetranê dînî Antonîos Saad girt û pesnê di navbera gelê Suriyê û Suweydayê de da û balkişand ser 15 qurbaniyên ku canê xwe di komkujiyê de ji dest dane û got:

``Ew qurbanî hemwalatiyên Suweydayê bûn `wê hesaba vê çalakiya terorî were xwestin zû an jî nêzîk wê sûcdar werin dadgeh kirin``

Saad her wiha helwestên şêxên Durzî, civaka herêmî û hêzên herêmê, û her weha piştgiriya pêkhateyên din bi taybetî Kurd û Elewiyan, ku piştgirî û dilsoziya xwe bi Xiristiyanan re diyar kirin, da.

Saad her di dawî de got, ‘Ev e Sûriyeya ku em dixwazin e, Sûriyeyek biratî, hezkirin û hevgirtinê.’

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye