Şêwirmendê darayî yê Banka Navendî ya Iraqê Hêvîdar Şeban diyar kir ku li ser petrolê û radestkirina dahatê, di danûstandinên dinavbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hinardekirina petrolê, gavên erênî hatine avêtin.
Hêvîdar Şeban eşkere kir ku di danustandinan de hikûmeta Başûrê Kurdistanê 280 hezar bermîlên pêtrolê pêşkêşî Bexdayê kiriye, lê hikûmeta Bexdayê vê rêjeyê kêm dîtiye û daxwaz kiriye heta ew 400 hezar bermîl petrol nedîn wê mûçeyên karmendan nedin.
Li gor heman çavkaniyê hikûmeta başûr dixwaze bi Pergala Baja Gumrukê ya Otomatîk (ASYCUDA) ve ji sedî 50 petrolê bişîne Bexdayê heta ku pirsgirêk bi awayeke giştî tê çareserkirin.