Festîvala Ş. Bawer Agir di roja duyemîn de berdewam dike

Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn a di roja 2ˊyemîn de li Stadyuma Kobanê bi çalakiyên cuda berdewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir, ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve tê lidarxistin berdewam dike.

Di Festîvalê de bi sedan şêniyên kantoan Firatê, nûnerên saziyên, patiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên sivîl û gelek mêvan ji deverên cuda amade bûn.

Di Festîvalê de ev çalakî hatin lidarxistin:

Festîval bi pêşbirka bezê û biskilîtan dest pê kir û piştira lîstika kişikê û voleybolê hat lîstin.

Her wekî din jî, li Stadyuma Şehîd Bawer Agir çend maçên tîmên sporê yên bajarê Kobanê û Cizîrê hatin lidarxistin.

Roja duyemîn a festîvalê bi dîlan û stranan, bi diruşmeya "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye