Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê li navçeya Cizîrê panela bi sernavê "Aştî û heqîqetê" li dar xist.
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî Yuksel Genç di panelê de axivî û bi bîr xist ku ew di nava Koma Çareseriya Demokratîk a 1999’an de bû. Yuksel Genç destnîşan kir, di wan salan de hewldanên wan ê aştiyê çêbûn û ti êş vala neçû ye.
Genç diyar kir ku ger 1993'yan de guh li banga aştî bihata kirin bi hezaran kes jiyana xwe ji dest nedidan.
'Divê li meclisê li Ocalan guhdar bikin'
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel li ser girîngiya Cîzîr a di têkoşîna azadiya Kurd de rawestiya û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd bi salan e li muxatab digere.
Tuncel anî ziman ku divê Meclis avakirina komîsyonê Rêber Abdullah Ocalan guhdar bike û got: "Ger komîsyon nikaribe biçe, divê şert û mercên hatina birêz Ocalan a ji bo Meclisê werin afirandin."
`Mafê Hêviyê wê bandorê pêvajoyê jî bike`
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger bêyî derfetê berdana bi şert be, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.
DMME’yê destnîşan kir ku cezayên bi vî rengî binpêkirina ‘mafê hêviyê’ ye.
Piştî biryara DMME’yê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê daxwaza sererastkirina qanûnî kir. Lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de hîn gavek neavêtiye.
Ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rezan Gezer li ser mijara ‘mafê hêviyê ji ANF’ê re axivî.
Rezan Gezer bi bîr xist ku ‘mafê hêviyê’ xwe dispêre parastina rûmeta mirovahiyê û ji bo wê yekê ye ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn, xwedî wê hêviyê bin ku rojekê dikarin bêne berdan. Gezer diyar kir ku ji bo mafê hêviyê ji bilî bilêvkirinê tiştek nehatiye kirin.
Rêzan Gezer diyar kir ku nenaskirina mafê hêviyê dê bandora xwe li pêvajoyê bike.