Xelkên siweydayê daxwaza serxwebûnê kirin

Li navçeya Şehba ya Siweydayê û li qada El-Kerame ya navenda bajêr çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û pankart û posterên ku daxwaza xweseriyê û derxistina Hêzên Hikûmeta Şamê ji herêmê dikirin, hilgirtin. Her wiha Hikmet El Hicrî jî daxwaza lêpirsînek serbixwe ya navneteweyî der barê sûcên hovane yên ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ku li dijî şêniyên Siweydayê kiriye, kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xelkên Siweydayê ji bo çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji herêma wan derkevin xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan li navçeya Şehba ya Siweydayê û li qada El-Kerame ya navenda bajêr hatin lidarxistin.

Çalageran pankart û posterên ku daxwaza xweseriyê û derxistina hêzên hikûmeta Şamê ji herêmê dikirin, hilgirtin. 

Di çalakiyê de gel got: " Mafê me heye ku siberoja xwe ya siyasî diyar bikin."

Di heman demê de serokê civaka Durzî Hîkmet El Hicrî bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînek serbixwe ya der barê sûcên hovane yên ku ji hêla Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve li dijî şêniyên Siweydayê hatine kirin, bide destpêkirin.

 

El Hicrî: Divê sûcdarên Siweydayê di qada navneteweyî de werin darizandin

 

Her wiha El Hicrî destnîşan kir ku tişta li Siweydayê qewimî qirkirineke sîstematîk e, ji ber vê yekê daxwaza lêpirsînên lezgîn kir da ku berpirsiyarên van sûcan hesab bidin.

Serokê civaka Durzî diyar kir ku di êrişan de zarok li ber çavên malbatên wan hatin kuştin, kal û pîr li meydanên giştî hatin kuştin, mala û xwediyên wan hatin şewitandin û sivîl hatin revandin.

Ji ber vê yekê jî Hikmet El Hicrî daxwaz kir ku sûcdar ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re werin şandin û lêpirsînên bêalî li ser êrişan, di nav de bombebarana bêserûber a gundan, werin kirin.

 

" Divê şandeyek çavdêriyê ya Navneteweyî ji bo Siweydayê bê şandin"

 

Di dawiyê de jî serokê civaka Durzî Hîkmet El Hicrî daxwaz kir ku şandeyên çavdêriyê yên navneteweyî ji bo parastina sivîlan werin şandin, piştgiriya siyasî û leşkerî bo hikûmetê bi dawî bibe û zext li ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê were kirin da ku peymana agirbestê pêk bîne.

 

SOHR: Heta niha 291 jinên Siweydayê hatine revandin 

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku heta niha li Siweydayê 291 jinên ku temenên cûda ne hatine revandin û hîn jî çarenûsa 235 ne diyar e.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24