Di civînê de, hevdîtina Şêx Mani El Cerba ya bi serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera re, hat nîqaşkirin.
Şêx Mani bal kişand ser girîngiya hevkariya hemû pêkhateyan û rola aliyên siyasî di pêşxistina lihevkirinan û pêkanîna peymana 10’ê Adarê de.
Şêx Mani El Cerba berî çend rojan li Şamê bû û li wir bi gelek kesayetan re civiya, ji wan yek jî serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera bû.