Her du ciwanên bi navên Wisam Dahir ê 23 salî û Mihemed Salih El Elî yê 24 salî ku pismamên hev in, duh danê sibehê hatibûn revandin û paşê hatin kuştin.
Li gorî agahiyan her du ciwan ji gundê Hekfa yê gundewarê rojhilat ê Humsê ne û sibeha duh dema ku diçûn ser karê xwe li taxa El Zehraa ya Humsê hatin revandin.
Piştî demekê cenazeyên wan li nexweşxaneya taxa El Weir hatin dîtin.
Her du ciwan bi awayekî hovane, bi keviran hatibûn kuştin.
Li gorî daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di sala 2025`an de heta niha 359 bûyerên kuştinê li seranserî herêmên hikumeta veguhêz de pêk hatine.
Di encamê de 406 kes hatine kuştin, ji wan 313 mêr, 29 zarok û 64 jin in.