UNICEF: 324 hezar parçeyên teqemeniyan li Sûriyê jiyana zarokan dixin xeteriyê

UNICEF’ê eşkere kir ku gefa bermahiyên teqemeniyên şer li Sûriyê berdewam dike ku bi qasî 324 hezar parçe li zevî, rê, dibistan û malan hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser xeteriya berdewam a bermahiyên teqemeniyên şer li Sûriyê hişyarî da.

 

UNICEF'ê diyar kir ku ev teqemenî tevî kêmbûna şer jî gefê li jiyana sivîlan û bi taybet a zarokan dikin.

 

Rêxistinê da zanîn ku bi qasî 324 hezar parçeyên bermahiyên teqemeniyên şer li ser zevî, rê, dibistan û malan belav bûne û gelek dever, ne ewle ne.

 

UNICEF'ê destnîşan kir ku "gavek tenê dikare jiyana zarokekî her û her biguherîne."

 

UNICEF’ê eşkere kir ku hişyarkirina li ser xeteriyên van bermahiyan ji bo parastina zarokan girîng e.

 

Rêxistinê hişyarî da ku Sûriyê yek ji welatên herî zêde mayînkirî yên cîhanê ye.

 

Ji ber ku bi deh hezaran penaber ji Libnanê tên, ev yek îhtîmala qurbaniyên nû zêde dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye