Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) xebatên xwe yên çandî û hunerî dimeşîne.
Hat ragihandin ku di festîvalê de wê 22 lîstik bêne nîşandan.
Komên şanoyê yên ku ji gelek welatên weke Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ûkrayna û Ûgandayê dê werin heman sehneyê parve bikin.
Hat destnîşankirin ku ji beşên şanoyê yên zanîngehên li Berlîn, Sûdan, Ûkrayna, Silêmanî û Duhokê jî dê beşdar bibin.
Xwendekarên masterê yên zanîngehên Berlînê dê di çarçoveya xebatên akademîk de festîvalê bişopînin.
Koordînatora Festîvalê Berfin Emektar di derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û li ser armanca festîvalê axivî ku wê tecrubeyên hunermendên ku li herêmên şer û krîzê de hilberînê dikin were destnîşankirin û wiha pê de çû:
“Em şanoyê ne tenê wekî qadeke hunerî, lê wekî qadeke ku hafizeya civakî, gotina jinan, cihêrengiya çandî û îradeya jiyana bi hev re tê de îfade dibe, digirin dest.”
Koordînatora Festîvalê Berfin Emektar, bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin û di dawiyê de wiha got:
“Dê bibe hevdîtineke pirzimanî, pirçandî û pirdengî. Em hemû gelê xwe vedixwînin beşdariya vê festîvala girîng.”