Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, tundiya li ser jinan berdewam dike.
Hat zanîn ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê ev tundî zêde dibin.
Her wiha hat destnîşankirin ku sûcdar gelek caran mêrê ku herî zêde nêzî jinê ye û tundî li cihên ku wekî “ewletirîn” têne hesibandin pêk tê.
Ji jinên ku hatine kuştin, jinek ji aliyê xwendekarê xwe ve, du jin ji aliyê mêrên bi wan re dijiyan, jinek ji aliyê mêrê ku hev berdabûn, heft jin ji aliyê mêrên ku bi wan re di pêvajoya hevberdanê de ne, deh jin ji aliyê mêrên bi wan re hatibûn zewicandin, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jnek ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê kesekî nenas ve, jinek ji aliyê mêrê ku têkiliya wê bi wî re nayê zanîn, jinek ji aliyê xalê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê xwişka wê pê re hatibû zewicandin, jinek ji aliyê mêrê berê pê re hatibû zewicandin û jinek ji aliyê zavayê xwe ve hatiye kuştin.
Kuştina jinan a li bajaran, çar jin li Stenbolê, du jin li Aydinê, sê jin li Bursayê, jinek li Edeneyê, du jin li Îzmîrê, du jin li Muglayê, sê jin li Mersînê, jinek li Trabzonê, jinek li Kayseri, jinek li Aksarayê, jinek li Nevşehirê, du jin li Amedê, jinek li Samsûnê, jinek li Hatayê, jinek li Nîgdeyê, du jin li Manîsayê û jinek li Eskîşehirê.