Duh 12ê Tîrmehê li Taxa Neşwa ya bajarê Hesekê jineke ciwan(R.Î) a 16 salî li ser destê hevjînê xwe hate kuştin.
Ji ber çûyîn û hatina wê ya li gel malbata xwe bû sedem ku nakokî di navbera hevjîn û birayê wê de derkeve.
Di encamê de (R.Î) bi fîşeka demançeya zilamê xwe hat kuştin.
Ji duh ve li dijî vê bûyerê tevgerên jinan çalakîyan li dar dixin.
Kongra Star jî îro di saet 9:30an de li Taxa Xiwêran bi daxuyaniyekî kuştina jina ciwan şermezar kir û got:
''Kuştin û binpêkirina mafê jinan sûcên herî xeter e. Ev yek bandorê tevahî civakê dike.
Em bang li rêxistinên mirovî dikin, li dijî kuştina jinê rawestin û xebata xwe berfireh bikin.''