Jiyana girtiya Kurd Zeyneb Celalyan di metirsiyê de ye

reset font size increase font size

Girtiya Kurd Zeyneb Celalyan a ji Rojhilatê Kurdistanê, ku ji sala 2008’an ve di girtîgehên Îranê de ye, di rewşeke tenduristiyê ya xirab re derbas dibe û ji mafê dermankirinê bêpar maye.

Malpera “dengê girtiyên Kurd û Îranî” ragihand ku  çalakvana Kurd Zeyneb Celalyan ji mafê xwe yê dermankirinê hatiye qutkirin û rewşa wê xeter e.

Zeyneb çalakvana Kurd a 43 salî, ji Rohjilatê Kurdistanê ye. Ew di sala 2008’an de li Îranê bi tawana “terorîzm, derketina ji welêt bi awayekî nezagonî, hebûna çekan bi awayekî nezagonî û endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê” hat girtin.

Destpêkê bi cezaya darvekirinê hat darizandin, lê ji ber fişara li ser desthilata Îranê êdî ceza hat guhertin û bû cezaya zindanê ya heta dawiya temenê xwe.

Di pêvajoya mayîna di girtîgehê de, ku pêdiviyên herî sereke yên jiyanê lê peyda nabin, di heman demê de ji ber îşkenceya ku bi salan pê re rû bi rû maye, nexweşiya çav û gurçikê pê re çêbûne.

Rapor dibêjin ku dibe êdî ew çavên xwe wenda bike. Tevî daxwazên rêxistinên mirovî bo azadkirina wê û dayîna derfetan bo dermankirinê, tu bersiv nayên wergirtin.

Îran yek ji 5 welatan e ku herî zêde cezayên darvekirin û girtina çalakvanan û bi taybet jinan têde têne pêkanîn.  

Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû ku tenê di nîvê yekem ê sala 2024’an de, rayedarên Îranê zêdetirî 400 kes darve kirine. Bi hezaran kes jî di zindanê de ne.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24