Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê li ser gelek mijaran nîqaş kirine. Di daxuyaniya hevbeş a fermî ya piştî civînê de 4 xalên sereke hatine destnîşankirin.
Li bajarê Şamê peytexta Sûriye yê, civînek di çarçoveya şopandina pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê de hat li dar xistin, ya ku di navbera fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El Şera de hatibû îmzekirin.
Di civînê de, li ser gelek mijaran nîqaş hat kirin. Lê li gorî daxuyaniya hevbeş li ser 4 xalên sereke di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye. Her 4 xal jî ev in:
1. Avakirina komîteyên şaxî yên taybet ji bo şopandina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El Şera de hatiye îmzekirin.
2. Hewldana çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkildarî ezmûnan, navendên ezmûnan û misogerkirina mafên xwendekaran.
3. Gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin.
4. Ji nû ve aktîvkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê, û hewldana çareserkirian wê bê dayîn, ku dikeve xizmeta aramî û aştiya civakî.
Her du aliyan diyar kirin ku pêkanîna van xalan wê bibe gavek ji bo avakirina baweriyê û peydakirina niyeteke baş û garantiya pêvajoya muzakereyê.
Her wiha li ser destnîşankirina civîneke din di nêztirîn dem de lihevkirin hate kirin, ku nîqaşê temam bikin û pêkanîna rêkeftinan bişopînin.
Demhat Misto