Lezgin

Washington Post: Dibe ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî yê nû ve biçe

reset font size increase font size

Rojnameya Washington Post nivîsand; dibe ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî yê nû ve biçe.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku aloziya di navbera Ehmed el-Şera û komên îslamî yên cîhadîst ên biyanî de ku ew anîn ser desthilatê, ev krîz derxistiye holê.

Rojnameya Washington Post ya ku navenda wê Amerîkayê ye, ji bo şerekî navxweyî hişyarî da. Di berdewamiya nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Serokê Demkî ya Sûriyê Ehmed el-Şera ji ber zextên komên cîhadîst dibe ku bikeve pêvajoyekî dijwar.

Washington Post îdia kir ku hin komên di nav HTŞ (Heyet Tahrîr el-Şam) ê de bi DAIŞ’ê û rêxistinên mîna wan re têkilî hene û van koman di meha Adarê de li dijî sivîlên Elewî li peravên Sûriyeyê êrîş pêk anîne, ku di encamê de herî kêm 1300 kes hatine qetilkirin. Li gorî raporê, civakên Xiristiyan û Dûrzî jî bûne hedefa tundûtiya mezhebî.

Rojnameya Washington Post destnîşan kir ku her çiqas hin ji çekdarên biyanî di Wezareta Parastinê de xizmet dikirin jî, mayîna wan li Sûrîyê hem aramiya navxweyî û hem jî rewatiya navneteweyî tehdît dikir. Hat ragihandin ku DYA ji bo sivikkirina dorpêçan şertek danîbû ku ev kom ji Sûriyê werin derxistin.

Ehmed el-Şera dixwaze komên cîhadîst bîne di nav pergalê xwe de

Her çiqas hate gotin ku Ehmed el-Şera hewl da ku van çekdaran tevlî artêşa nû damezrandî bike û baldar bû ku wan ji raya giştî dûr bixe jî, hate destnîşankirin ku vê rêbazê hem berteka dewletên Rojava kişand û hem jî nerazîbûna hin hêmanên radîkal zêde kir.

Her wiha hat ragihandin ku piştî hevdîtina wî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re meha borî, Ehmed el-Şera ji aliyê îdeologê selefî Ebû Mihemed el-Meqdisî ve wekî "kafir" hatiye îlankirin û fetwa li ser wî hatiye dayîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî hişyarî da ku Sûriye hîn jî navenda çalakiyên komên cîhadîst e û dibe ku di nav çend hefteyan de welat bikeve şerekî navxweyî yê berfireh.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24