Berdevka Komisyona hilbijartinên Iraqî Cumane Xelayî têkildarî amedekariyên hilbijartina parlementoya Iraqê ji çapemeniyê re axivî û got:
“Heta niha 160 hevpeyman, partî û lîstên takekesî navên namzetên xwe ji bo hilbijartina parlementoya Iraqê pêşkêşî komisyona hilbijartinê kirine.``
Cumane Xelayî diyar kir ku komisyon lêkolînê li ser agahî û navên namzetan dike û ji bo temamkirina vî karî jî pêwîstî bi mehekê heye.
Li gor dema ku Serokwezîrê Iraqê eşkere kirye wê hilbijartina parlementoya Iraqê di 11ê Mijdara 2025an de were lidarxistin.