Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê kesî Truth Social destnîşan kir ku Îran wê nikaribe bibe xwedî çekên nukleerî.
Li aliyê din Îranê ji bo dawîkirina şer û li ser mijara nukleerê ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyan pêşniyarek nû pêşkêşî DYA’yê kiribû.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, diyarkiribû ku eger DYA`yê planê erê bike, erka dikeve ser milê wan wê pêk bîne; wê di nava 7 rojan de dest bi muzakerayan bikin.
Trump li ser plana 7 rojî ya pêşniyara Îranê a ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ku bi rêya Qetarê ji bo DYA’yê hatibû pêşkêşkirin daxuyaniyek da û got: “Ez pêşniyara agirbestê red dikim.”
Trump anî ziman ku ji ber fikarên DYA’yê ku Tehran şertên di mijara bernameya nukleerî de pêk naîne, pêşniyar red kiriye.
Trump plana 7 rojî ya Îranê red kir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump plana 7 rojan a ji aliyê Îranê ve hatî pêşkêşkirin, red kir.