Li Bokanê rojnamegerekî Kurd hat girtin

Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Bokanê rojnamegerekî Kurd desteser kir û heta niha çarenivîs û tewanbarên li ser wî ne diyar in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Doh hêzên ewlekariyê yên Îranê bi ser mala rojnamegerê Kurd ê bi navê Amanc Mihemedpûr de girt. Hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana ti biryareke dadgehê yan belgeyeke yasayî girtin û piştî lêgerîna li nav malê, dest danîn ser telefon û laptopa wî jî.

Amanc Mihemedpûr ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û tevî hewldanên malbata wî yên li saziyên dadwerî û ewlehiyê, heta niha ti agahî li ser cih û sedema girtina wî nehatine bidestxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye