Îran 30 hezar dolar xelat ji bo kuştina her leşkerekî Amerîkî radigihîne

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Hatemî, di merasîmekê de bi boneya Roja Rojnamevaniyê got: "Her Îraniyek ku leşkerekî Amerîkî bigire yan bikuje, dê xelateke 30 hezar dolarî ji gelê Îranê wergire."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Amerîka û Îranê de, her ku diçe, alozî û nakokî zêde û kûrtir dibin.

Her aliyek gefê li yê din dixwe.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê, Emîr Hatemî, roja yekşemê, 16’ê tebaxê, di merasîmekê de ku bi boneya Roja Rojnamevaniyê hat lidarxistin, got:

"Hin kes dibêjin ku ew nikarin di warê şer de cîhadê bikin, lê ew dikarin bi cîhada darayî piştgiriyê bidin hêzên çekdar û bi dijminan re rûbirû bibin.

Li gorî vê yekê, biryarek hat dayîn ku ji her endamekî hêzên çekdar re

ku leşkerekî Amerîkî bikuje yan jî dîl bigire, xelatek 30,000 dolar

an jî wekhevî pênc milyar tûmenê Îranî, were dayîn.

Ev hêz endamên artêşê, Supaya Pasdaran, polîs,

Besîc û hêzên çekdar ên din dihewîne.

Di heman demê de nirxê xelata ku ji leşkerên jin re tê veqetandin

dê duqatî vê mîqdarê be."

Hin berpirsên dewleta Îranê, berê xelatek ji bo kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibûn.

Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî, di 15ê gulanê de,ragihand ku xelatek 50 milyon euroyî ji bo kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşbînî dike.

Elî Nahawendî: Dê bersiva her kiryareke dijmin bê dayîn

Her wiha, Serokê Navenda Lêkolînên Îslamî ya Meclîsa Îranê Elî Nahawendî, da zanîn ku divê dijmin bizanin ku ti kiryareke dijminane, wê bêbersiv nemîne.

Serokê Navenda Lêkolînên Îslamî ya Meclîsa Îranê Elî Nahawendî, got:

"Divê Amerîka, Îsraîl û ajanên wan ên herêmî,

piştrast bin ku ti kiryareke dijminane dê bêbersiv nemîne

û her derbeyek dê lêçûneke girantir û êşdartir bi xwe re bîne.

Astengkirin ne tenê gefa bersivekê ye; ew hesabkirinekê diafirîne ku tê de ji bo dijmin vekişîna ji şer ji berdewamkirina wê maqûltir e."

Heta niha jî astengî û nakokî di navbera her du aliyan de berdewam dikin û li benda çareseriyê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye