Serokwezîrê Iraqê bi Fermandariya Parastina Esmanî re civiya

Serokwezîrê Iraqê Elî zeydî ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraqê bi Fermandariya Parastina Esmanî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Iraqê Elî zeydî bi amadebûna Fermandariya Parastina Esmanî û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê civîneke ewlekariyê lidarxist.

Di civînê de mijara parastin û bihêzkirina kêrhatiyên parastina esmanî ya Iraqê hat nîqaşkirin.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî têkildarî civîna beşek hêzên leşkerî û parastina esmanî ya Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de qala pilan, bihêzkirin û girêdanbûna kêrhatiyên parastina esmanî ya Iraqê hatiye kirin ku bi awayekê parastina esmanî ya Iraq û serweriya wê bê mîsogerkirin.

Her wiha di civînê de bal hat kişandin li ser peymanên bi kompanyayên biyanî re jî hatiye kirin ku ji bo peydakirina sîstemeke taybet a pêşketî ya ji bo Fermandariya Parastina Esmanî ya Iraqê û Î îqaşkirina zûkirî pêkanîna peymanên hatine îmzekirin jî hatiye kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye