Hizbullaha Îraqê gefa rûxandina hikûmetê li Elî Zeydî xwar: Em ê esmanê welat biparêzin

Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê berî ragihandina vekişîna temamî ya hêzên Amerîka û NATO'yê, hişyariyeke tund da Serokwezîr Elî Zeydî û ragihand ku heke hikûmet li gorî berjewendiyên giştî tevnegere, ew ê hewl bidin wê birûxînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komê her wiha gef xwar ku piştî 1ê Cotmehê firokeyên biyanî li esmanê Îraqê bikin armanc û dergehên sînorî bigirin.

Berpirsê Ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbullahê Ebo Mucahid Esaf ragihand ku di çarçoveya vekişîna hêzên Amerîka û NATO'yê de ku biryar e roja Çarşemê (30ê Îlonê) bi fermî bê ragihandin, heke hikûmeta Elî Zeydî parastina serweriya welat neke, ew ê serî li rêkarên tund bidin da ku hikûmetê birûxînin.

Esaf diyar kir ku ji 1ê Cotmehê pê ve ew ê esmanê Îraqê biparêzin, firokeyên biyanî bikin armanc û di egera berdewambûna dorpêça li ser Îranê de jî dê dergehên sînorî yên bi welatên hevkar re bigirin.

Zextên vê koma tund a di bin sîwana Heşda Şeibî de, kabîneya Zeydî di qonaxa piştî vekişîna hêzên navneteweyî de rûbirûyî qeyraneke kûr û metirsiyeke mezin a ewlehiyê kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye